Rûpela Serî

Girêdan

Barana Şevê - Hekîm Sefqan

Ji barana şevê
Min bêhna te kir
Dilê’m digirîya
Bêrîya te dikir...

Pirsa Windayî - Dijwarê Naso

Li hebûnê tê pirsîn
Di nav gunehan de
Yan
Di mirna me de
Dest li gewdê xwe
Dipelînim..
Di nav windabûna
demê de
Xwe di bin Peline revyayî de
diqurnisînim..
Ji ber buharek e nehatî
li qorzîkên jiyanê digerim
Dewsa dilopek
Ji xwîna spî
Tê de peyda bibe
Nehatibe stirandin
Di dîrokek
Bi destên reşikên şevê nivîsandî
Dibêjin
Wilo hatin , wilo çûn
Bê şarezayî
Bê welat, bê kefen
Bêyî xwe çûn
Her tiştî ew
Ji bîr kiribûn,
Tenê mirnê ew
bi bîr tanîn
Tiştê mirin,
Ji durûtiya xwe li ber
Xwe diket,
Gelo, ez ê çawa bikaribim
gewdeyê xwe
Ji ber vê mirnê
zeft bikim?
Gelo hûn ê çawa karibin
Mirinê ji nav destê xwe berdin?
Me tiştek ..... ji te navê
Me tiştek, ji wan jî navê
Tiştê me divê
Piçek ken
Û
Piçek hebûn
Ger tovê hebûnê heba
Me dê belav kiriba
Li nav xaka mirovatiyê
Pê bi pê
Bê ku tirsa me jê hebe
Yan
Tirsa wê ji me hebe,
Û
Xwîna laşê me vegeriya
Û
Qama me pêre bilind biba
Bilind biba........
Ta em bigihana cem Xwedê!!
Wê gavê, pirsa ku di xwezya min de
bi sedên salan maye
Min ê jê kiriba
Gelo
Gunehê kê ye
Hebûna me
Mişext
maye?


Amûdê, 14.12.1996

Bûka qurbanê - Bêwar Îbrahîm

Ji kulîlkên gundê Alaqosê re û di serê wan de Zîna Besamê Meran Axa

Di nav toza
Ezmona bê peyman de,
Min serê xwe rakir û
Da ser şopa
Hêsrên reş û çirisî !
Ji şihîna çar aliyan ve
Serê min derizî...
Lê xwîn jê ne herikî,
Bi tenê wêneyê min û
Zîna sê salî
Ji nav şivîlekên serhişkiya wî
Mejîyê tazî
Derketin,
Li nav şînahiya
Zevîyên genim û
Reşahiya zeviyên
Petrolê,
Zînê bû bûka qurbanê û
Ji nişkave kirasê
Bûkanîyê
Di ser xwe re anî,
Xwe avêt himbêza min,
Peyalên şermînîya
çavên xwe
Vala kirin nav jenîna
Cog û gelîyên
Dilê min û
Ji min re got :
Metê Bêwar ezê Ji te re
Stiranekê Bêjim..
Min jî velvînek bi hêz dayê,
Rabû ser xwe,
çavên xwe bi ser hevdû ve anîn û
Dest bi stirana xwe kir :
“Ey lê gulê
Gula minê
Şêrîna ber
Dilê minê..”
Li ber dengê Zînê û
Hejandina bejna wê
Sawêrên
Bejna Bilbilê Xemgîn
Bû kofiyeke reş û
Li ser serê min
Hate danîn...
Hingê
Bê hemdî xwe
Ez kelîyam û
Min dijûn li
Bêwarîya xwe
Barandin...
Ez, Zînê, berên reş û
Xaka Alyan...
Tev bûn xaz û petrola
Şewitî
Li ber pozê
Mirinê.

Sala Nû - Berken Bereh

Em dişibiyan çemên bi bereket nazenîn
Di esmanê balûpal de stêrkên ronak
mîna rûyê dergûşekê xweşkok û dilêr bûn
Evîn bû şûna xilikan di bêrîkên me de

Va saleke din mir û çû
hinekî din, hawîrdora gerdûnê gemar bû
Di ferhengê de cî ma bo şevbuhêrkan
ji hêlekan
veşartok
bûka baranê re
ku hespê temenê me
ew radikirin
pêdarê
Gelo çend mendalan
ji dêvla şîr
di sala îsal de
çîrok mêhtin.

Dibêjim zû rabin îro
dema pîra me şîr didot
û em mîna nivişta diya xwe
mirovbûna xwe têxin stûyê xwe
û li kolanên bajêr
silavan bireşînin!

Seydayê Min - Bavê Tosin

Seydayê min!
Her tu berpirsyarê

Şkandina dilê min î Ola te ya nependî
Laleşeke fireh di dilê min de
Vekiriye
Rojê sê caran
Eniya xwe
Li pûtê Anahîta didim
Rojê sê caran
Hember pûtê raboriyên te
radiwestim
Û hîn
Te berê xwe ji min
guhertiye
Seydayê min
Efsaneya
bîranîna te dixwînim
Pel bi pel
Û her û her
Girnijandina te
Çîrokên azadiyê dilorîne
De vegere!
Ne me çêkirine
Xewna min û te sar nebûye
Lê em ji bendewariyê
diwestin
De vegere!
Te sînorên nû
Ji aramê re datanîn
Û min tê de dilîst
Reşo
Tu di bîra min de
Kela Nebî Horî yî
Dengê te bi çemê Efrînê re
Di raboriyên min de diherike
Dara zeytûnê
Rûbar û sûlavên te
Di mejiyê min de kolayî ne
Yek caran
Li ber lingê pûtê Sînemeya Amûdê
Û yek caran
Di nav kulîlkên Kefercenê re
Tu pêrgî min dihatî
Yek caran
Ez û tu
Bi ava Meydankê re
Têne xwar
Û yek caran
Em ji Heredere
Ditirsyan.
Reşo!
Ger tu yê werî
Ez ê di Laleşa Arta de
Vî temenî bi nimêjê
Di bendewarya te de,
biborînim.
De vegere!
Reşo!
Min gelek hêsir
Ji himbêzkirina te re
Veşartine
Sirûda min û te
nîvco maye
Û gelek pevekên serjêkirî
Ji ferhenga te kût mane
Reşê min
Girek ji zater û indeko
Min berevkirine
Û helbesta xewna bêdawî
Ez ê derxim
Pêşwaziya te
Reşê min
Ez nexeyidî me lê tenê
min diva
Em sirûda xwe
Bi hev re
Berdewam bikin.

Di wê rojê de - Azer Osî

Di wê rojê de!
ne tenê.....
ji min
riwê roja min,
govenda dilê min,
biyanî dibû.
............
Lê!
ez jî
bi xwe
bêyî te
di nêv sawê de
Ji xwe biyanî dibûm.
Û
her tişt…
Dol,
Delav,
Dar,
Derya....
Li ber çavên min
biyanî dima.
...........
Di rêwingiya min de,
bi tenha têbêrînên te
diman.
Wan jî
canê min
bi êzingên arê te
disot.
...........
Tu jî Yar
bi wê bejnê
bi wê şûfê,
li kolanên dilê min
diçû,
dihat
û
te ji xwe re ne digot:
ew ji min
çi dixwaze?
...........
Çavên min
bi te diket,
têlên saza min
radiwestiyan
destê min
nedigha te
li ezmanê min
bayê evîna te
belav dibe yar.
............
Ez jî
mîna çûkekî
ku ji xelîlê xwe
qetyayî
qîr dike
baskên xwe
bi wî bayî
hênik dike
bê tirs
pê difre.
..........
Di wê firê de jî
arê evîna te
di tenûra dilê min de
ronî û vêketî dima.
.............
Di wê rojê de
hemû roj
di awirê çavên tede,
dihatin veşartin.
Hemû birînên demê,
di evîn û vebûna birîna min de,
dihatin vekirin.
............
Di wê rojê de
min nedizanî Yar
çawa werim pêşberî te
û ji siwarê evîna xwe
xatirê dawî
bixwazim.
............
Di wî xatirî de!
di wê kêlîka teng de!
ku têde tengaviyê
min hembêz dikir
wê kenê wî riwî
peyvên wî zehrî
min têr nekin
jê.....
ne bi roj
ne bi şev
tevî hemû gunehan!!
têr nedibûm.
Ta xwedê bi xwe!
têde seyr dima.
............
Di wê rojê de
ne devê min
digeriya
ne jî, çavên min
bardibûn.
Di qirika min de
her tişt.....
lal dima
dîsa
bi tenha, bêrî kirin
para min dima.
.........
Lê tenê
hêsirê çavên min
yên ku dilop bi dilop
ji xwîna dilê min
bi ser şal û lêvên min
û kulavê dîwanxaneya te de
diherikîn,
dirijiyan
di wan de
tabloya evîna te
diyar dibû Yar.
.............
Her dilopekê
Xweber....
tîpek ji şêrîniya navê te
nîgar dikir.
Yek jê
dibû xewn
ya din
dibû hêvî
ya din
dibû hest
ya din
dibû zayîn.
her çar...
di nav hev de
xweşiktirîn, ji hevîrê diya min
dihatin sitrandin.
Ji ber ku….
ew hêsir,
ji xwîn û xwêdana min
ji evîna te bûn Yar.
Ew dilop dibûn
felsefeya
jîn,
jiyan
û hezkirineke
bêdawî.

Azer Osî
12. 2.2002
Şam

Wey Qurban - Ahmed Arîf

Çîyayên te, paş çîyayên te ,
Nazenîne.
Li kêleka hendefan rêyek ziravok
Fitil bi fitil dizivire.
Nexwaşek te heyê, bêhêvî,
Belkî, Eyşê, belkî Elîf
Bejna wê di talda da simbil,
Di pêsîra wê da, di bin pêsîra wê da,
Janek,
Kêrek xayîn…
Mirin e ev,
Mirina feqîra
Nabejê ez hatim, an jî ez têm.
Yan li demekî taştê, yan ber bi êvarekî
Yan jî tevlixewîya berbangekî da
Tu dinêhêri ku bûyê, an jî dibe.
Nexwaşek te hebû, bêhêvî bû,
Hesreta wê di xewanda,
Hesreta wê di avên sar da.
Êdî, du kulîlkên tirsênê çavên wê.
Du kulîlkên tirsê ên hişîn û terikî,
Dibişkivin, di çalên kûr da…

Çîyayên te, paş çîyayên te bixof û bisaw e,
Qed ên aqil bike û bi fikiri heyê ma?
Roj hesabê kê ra hildide êvarê,
Kî dena xwe ji rehma ewra digrê,
Ewladên bixêr
Çawa dibe cinawir.
Xwalîya rizqe gur û murîyan dida
Çawa ji rê tê derxistin,
Rû nade gayê kullek
Û gîsin nake hemêza xwe.

Sepetçîoxlî yê min karkerê komirê yê
Mawzer nagre, bêrê digre destê Nezîf ê Rihayî
Mal, xerac-mezad e,
Can bazar-bazar.
Ew destên
Genimên hişk û nerm,
Sor, spî û qimer
Diafirand destên wî bû,
Ji bo debare û qirika kor
Niha
Di hal da ketîyê, tebdîl digere…

Çîyayên te, paş çîyayên te,
Çawa bêjim…
Bêdar, bêteyr, bêsî,
Titûrût,
Wey qurban…
“ Kî ji bo vî welatê bihuşt nabe feda,”
Le mêrxasî, tu dojeh bi jî,
Ji bo ku te
Ji gelê xizan û binamûs ra
Bike bihuşt
Xwe fedakirine
Ev e ew çîrok,
Ev e evîn.

Ji te hezkirin,
Felsefeyê, bêqisûr.
Bawerî yê,
Bawerîyek pir bisebr.
Li dijî benda, gulla,
Dimeşe, bêfikar û rind.
Rêzeçîyan werdigerîne,
Çemên diherike dizivirîne,
Mafê sêwîyan distîne,
Ferman dide, li gor mercên xwe…

Roj bê, dewran bizivire, hêvî bigîhêje,
Çîyayên te, li paş çîyayên te,
Ne tenê feqîrî, hesretî,
Yek bistîyek zeytûn tenê,
Yek sergenimek xeydok namîne…
Jê tê, bila baran nebare,
Jê tê, bila ji xew şîyar nebe çîya.
Ev dil, ji kîjan roje ra lêdixe…
Tarîtî, direve ji rehên xwe
Direvi, carek din venageri,
Pêşkeş dike ji ên ku berda razayê
Him jî bi şanazî pêşkeş dike
Di ronîya mejîyê me da binerd.

Erd di hinera destê me da,
Her demsal diha cîwan, diha biadan,
Berhema herî rind ên esqa emre xwe,
Pêşkeş dike, zelal-zelal, sebîl.
Sifra tijî, dayîka biken, zarokên rûken,
-Bi yekî ra deh, bi yekî ra sed ji êvarê ra avis i
Hêza-kar a ku bi berbangan ra dizê.
Derewan nakim, soza min soza mêrayê,
Lewra di wî pirtûkê da wîsa hatîyê nivisandin,
Û wisayê ev evîn.


Ji Pirtûka; Min Ji Hesreta Te Qeyd Kevnkir