Rûpela Serî

Girêdan

Seydayê Min - Bavê Tosin

Seydayê min!
Her tu berpirsyarê

Şkandina dilê min î Ola te ya nependî
Laleşeke fireh di dilê min de
Vekiriye
Rojê sê caran
Eniya xwe
Li pûtê Anahîta didim
Rojê sê caran
Hember pûtê raboriyên te
radiwestim
Û hîn
Te berê xwe ji min
guhertiye
Seydayê min
Efsaneya
bîranîna te dixwînim
Pel bi pel
Û her û her
Girnijandina te
Çîrokên azadiyê dilorîne
De vegere!
Ne me çêkirine
Xewna min û te sar nebûye
Lê em ji bendewariyê
diwestin
De vegere!
Te sînorên nû
Ji aramê re datanîn
Û min tê de dilîst
Reşo
Tu di bîra min de
Kela Nebî Horî yî
Dengê te bi çemê Efrînê re
Di raboriyên min de diherike
Dara zeytûnê
Rûbar û sûlavên te
Di mejiyê min de kolayî ne
Yek caran
Li ber lingê pûtê Sînemeya Amûdê
Û yek caran
Di nav kulîlkên Kefercenê re
Tu pêrgî min dihatî
Yek caran
Ez û tu
Bi ava Meydankê re
Têne xwar
Û yek caran
Em ji Heredere
Ditirsyan.
Reşo!
Ger tu yê werî
Ez ê di Laleşa Arta de
Vî temenî bi nimêjê
Di bendewarya te de,
biborînim.
De vegere!
Reşo!
Min gelek hêsir
Ji himbêzkirina te re
Veşartine
Sirûda min û te
nîvco maye
Û gelek pevekên serjêkirî
Ji ferhenga te kût mane
Reşê min
Girek ji zater û indeko
Min berevkirine
Û helbesta xewna bêdawî
Ez ê derxim
Pêşwaziya te
Reşê min
Ez nexeyidî me lê tenê
min diva
Em sirûda xwe
Bi hev re
Berdewam bikin.

0 yorum: