Rûpela Serî

Girêdan

Barana Şevê - Hekîm Sefqan

Ji barana şevê
Min bêhna te kir
Dilê’m digirîya
Bêrîya te dikir...

Te l’min dinêrî
Te mi nas nekir
Lehî l’min rabû
Lê min şil nekir...

Helbest:
Li welateke sar min bêriya te kir gulê
Li welateke spî min nikarîbû te anîba bîra xwe.
Di roja oxirê de te ji min re gotibû:
Eger ez hatim bîra te di bin tava heyîvê de
Keviran bicivin û pê kevokeke çêke.
Lê li vir ne tava heyîvê ne jî kevir hene.
Li vir hêsir, bêrîkirin,
Li vir şevateke kû mrovan dike pîşo heye.
Ez niha pîşo me!
Tu ji pîşoyê hêvîya çi bêrîkirinê dikî
Ew ber bayê bêdem ji hev belav û lav dibe
Ne kevir ne tava heyîvê ne xwe dê neyê bîra min.
Li welatê penckirî min bêrîya te kir gulê
Ne ezman ne erdê bi min re berîkirina te parvenekirin.
Her tişt di xew de ye,
Ez û xewnên xwe şiyar in gulê...

Ser dengê dilê xwe
Ji xew şiyar bûm
Ji hêsîrên xwe
Di avê de mabûm
Li şareke xwûz
Gêj û winda bûm
Weke her carê
Dîsa tenha bûm.

Helbest:
Her tişt ji hişê xwe çûbû.
Berf, dar û mey!
Ez bi tenê li welatê sar şîyarbûm gulê.
Li oqyanûseke ji qeşayê
Ez gulokek ‘bambû’yê şewitî me.
Daristanên pîr kefenên xwe li min jî kirine
Biborîne gula min.
Çavên min yên tije evîn
Bûne di deryayên bûzgirtî.
Lê dilê te yê kû di rojên sar de
Her demê ji min re derî vedikir,
Zaroktiya min hemêz dikir
Dê li min negire.
Ma ne tu dîya min buyî?
Min sar e gula min
Bedena min pîşoyeke bûzgirtî ye.
Dê çi kare min germbike ji şîretên te yên bi tîp pêve?
Ma ne te ji min re digot “Tu zarok î.”
Û niha li hemberî mezinahiya te diqêrim û dibêjim:
Ez sed zarok im û tu sed jin î!
Tu dê yî,
Tu yar î,
Tu xwîşk î,
Tu dotmam î...
Min bigir û di nava hûçikê dilê xwe yê mezin de veşêre.
Min sar e, ez ditirsim!
Min sar e...

Doh dîsa derî
Pir caran vebû
Dengê te dihat
Lê tu tune bû...

Dilê min sêwî
L’benda te mabû
Pêjna te dihat
Lê tu nexwîya bû...

0 yorum: