Rûpela Serî

Girêdan

Kofîxwara min were - Abdurrahman Durre

evini Kurdiya gerden bi morî, kofîxwara min were
Êzdiya Seyda bi gorî, zêr guhara min were

Çavresa şox û şepala, dêmbixala Erzenî
Navxweşa kêsim xezala, meş kubara min were

Bextê her bext mirazî, tê li ber bextê te me
Şahê textê serfirazî, tu l'hewara min were

Ser li şêmîka te hatim, çav li rê lutfa te me
Dîl û hêsîrê welat im, şehswara min were

Dîlê bindestê neyar im, bêhewar im hey hewar
Ah û nalîn û fîzar im, xemkusara min were

Kes ku bê kes nîne, çara herkesek tê carekî
Bêkes im, çara neçara te, li çara min were

Girtiya zulfê du ta me, dîlê dêmxal û xeta
Bê gunah û bê xeta me, pirsiyara min were

Rû, ku lê xûna dila hat, bû gula baxê welat
Nûbihara bilbila hat, gulbihara min were

Dengê hozan û bilûrvana, ji zozana vedan
Bêrîvana, pez li dana, meşk li dara min were

Qeys û Ferhat û Memê Alanê zîndanî me ez
Leylî û Şîrîn û Zîna nazîdara min were

Agirê vîna te sotim, gawirê, tîr awirê
Hewce nîne îdî gotin, tu l'fîzara min were

Serxweşê "Bezma Elest" im, dîn û mest im, bend û best
Cam li dest im, meyperest im, mey vexwara min were

Dînê Cînê, Bikê dînê, rojhebînê teme ez
Rehberê dînê evînê, misk fişara min were

Devpêvoka revnewala, lêv gul û lala çema
Çav binefşoka li pala berzinara min were

Êzdiya Şengal û Zaxo, Cûdiya Tawus hebîn
Badkiya Seyda Biraxo, dost û yara min were

Kewrubatê ser zinara tê, mela xweş qib-qibî
Mêkewa zozan û wara, berx û kara min were

Her kesek yarek hebandî, ew ku qibla can e bes
Min jî Kurdistan neqandî, hilbijara min were

0 yorum: